Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Ewlehiya li welatekî çima têra rizgarkirina Leyla û Eylûlê nekir? 2018-07-03 14:10:16   WAN-Li her deverên Tirkiyeyê bertekên li hemberî qetilkirina Eylûl û Leylaya biçûk mezin dibin. Şaxa ÎHD'ê ya Wanê bi daxuyaniyekê qetilkirina zarokan şermezar kir û îktîdar daxwazî hêstîyariyê kirin.    Li Tirkiyeyê hejmara zarokên wenda dibin her roj zêde dibe. Piştî  Eylûl Yaglikara ( 8)  a biçûk Leyla Aydemîra biçûk a ku berî 18 roj berê li gund wenda bû cenazeyê wê hat dîtin. Li hemberî mirin û kuştina zarokan bertek berdewam dikin. Debarê kuştin û îstîsmarkirina Eylûla biçûk û Leylayê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan(İHD) li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wêneyên Leyla û Eylûlê hatin hilgirtin.    ‘Hikûmetê daxwaziya hêstîyarbûnê dikin’   Daxuyanî ji aliyê endama ÎHD’ê Ozlem Altun ve hat xwendin. Ozlemê anî ziman ku her roj li Tirkiyeyê agahiya mirinên zarokan tên û got ku cezayên ku ji kujerên re tên dayîn ji rêzê ne û wiha got:”Her roj li welatê me agahiya mirinên zarokan tên. Ji siyaseta îktîdarê heyanî ji her komên siyasî bêhestiyarî heye. Gava ku em li îstatîkên sazîyên Tirkiyeyê dinêrîn her sal bi hezaran zarok jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2016’an de 13006 û di sala 2017’an de jî 11849 zarokî jiyana xwe ji dest daye. Di sala 2018-2016’an de hejmara zarokên wenda gihiştiye 104 hezar û 531 û qasî mîlyonek zarokên karker hene.  Mîna li her qadên jiyanê mêrê desthilatdar, li ser bedena zarokan jî rastiya xwe a îstîsmarkirinê dîsa nîşanî mirovahiyê dane. Di hişmendiyê de pirsgirîk hene. Di wendabûna Leylayê de di lêgerînê de hikûmet qels maye. Madem ewlehiya vî welatî zêde ye, çima têra rizgarikirina Leyla û Eylûlê nekir? Hişmendiya ku duh Eylûl û îro Leyla qetil kir ji bo hemû zarokan xetere û talûke ye. Em destpêkê îktîdarê pişt re jî hemû qadên civakê daxwazî hêstîyarî dikîn. Mirov bi mafê xwe mirov e.”   Di dawiya daxuyaniyê de  qanûnên mirovahiyê hatin xwendin.