Serîlêdana ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan cara 768'emîn hat redkirin 2018-07-03 14:05:52   STENBOL - Parêzeren Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muvekilên xwe re hevdîtinê pêk bînin caran 768'emîn serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan. Serlêdana malabata Abdullah Ocalana ya ji bo hevdîtinê jî cara 82'emîn hat redkirin.   Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengiz Çiçek, Îbrahîm Bilmez, Fuat Coşocak ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re cara 768'emîn serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Serîlêdana ku parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha kiriye bi hinceta "Rewşa Hewayê", "Koster xerabe ye", "Rewşa Awarte" hat redkirin.   Her wiha daxwaza hevdîtinê ya malbata Abdullah Ocalan jî cara 82'emîn hat redkirin.