Cenazeyê zaroka bi navê Leyla Aydemîr hat definkirin 2018-07-03 12:31:01   AGIRÎ - Li gundê Bezirxanê yê Agiriyê zaroka bi navê Leyla Aydemîr ku 18 rojan wendayî bû û mirî hat dîtin, hat definkirin. Li gor encamê otopsiyê hat hînbûn ku Leylayê 8-10 rojan birçî hatiye hiştin loma jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Leyla Demir a 4 salî ku ji bo cejnê çûbûn gundê Bezirxanê li ber çem li nav daran hat dîtin. Cenazeyê Leylayê berê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê piştre ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Erzurumê.    Piştî otopsiyê cenazeyê Leylayê ji aliyê malbatê hat girtin û li gundê Bezirxanê hat definkirin.    Li gor daxuyaniya walîtiya Agiriyê derbarê bûyerê de binçavkirin heye û xebatên derbarê bûyerê de didome.    Her wiha dapîrê Leylayê Zekî Aydemîr diyar kir ku dema wan Leylayê dîtine şopên derbê li ser canê wê hebû.