Rêxistina Kongreya Star meclîsên nû ava kir 2018-07-03 11:48:54   TIL TEMIR - Rêxistina Kongreya Star li bajarokê Xera, Qibûr û Qerajinayê meclîsên xwe ava kir.    Rêxistina Kongreya Star bi armanca rêxstinkirina kar û xebat û bilindkirina asta pêşketinê li bajarokê Xera, Qibûr û Qerajinayê yên girêdayî bajarê Til Temirê ya herêma Cizîrê meclisên xwe ava kir. Derbarê avakirina meclîsan de li Til Temirê civîn hat lidarxistin.   Di civînê de Berdevka Kongreya Star a navçeya Serêkaniyê Selwa Ehmed, Endama Rêveberiya Kongera Star ya herêma  Cizîrê Mediya Mehmûd, Berdevkên Kongreya Star a Til Temirê Gulîxan Tahir û Çinar Yûsiv û gelek jin amade bûn.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevpeymana civakî ya Kongreya Star ji aliyê berdevka Kongreya Star a Serêkaniyê Selwa Mihemed ve hat xwendin. Di hevpeymanê de rol û mîsyon û rêxistinkirina Yekîtiya Starê û têkoşîna jinê ya di qadên aborî, civakî û siyasî derket pêş.   Berdevka Kongreya Star a Serêkaniyê Selwa Mihemed derbarê hilbijartinên Meclîsa Kongreya Star de axivî û wiha got:" Li hember zîhniyeta baviksalar û feodal em têkoşîna bi hezar salan didin meşandin. Li hember koletiyê divê hemû jin serî hildin, xwe bi rêxistin bikin  ku  azad bijîn. Dijmin ango zihniyeta iqtîdarê ji serkeftina jinê ditirse. Divê em têkoşîna xwe her bidomînin."   Di heman demê de li bajarokê Xerayê jî civîn hat lidarxsitin. Di civînê de Rêveberiya Kongera Star a Kantona Qamişloyê Mediya Mehmûd armanca avakirina meclisan û erkê ku dikeve ser mile jinan wiha vegot:" Divê jin di civakê de bibe xwedî nêrîn û sekneke bi bandor. Armanca me pêkanîna hevjiyana azad e. Em hewl didin ku ew sînorên ji jinan re hatiye diyarkirin ji holê rabe."    Piştî axaftinan, Meclîsa Kongreya Star a bajarokê Xerayê jî ji 7 jinan hat avakirin. Meclisê soza birêxistinkirina hemû jinan da.