Gultan Kişanak û Burcu Çelîk:Tu hêz niare xwe li ber serkeftina HDP'ê rabigre 2018-07-02 17:13:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Gutan Kişanak û parlamentera Mûşê ya berê Burcu Çelîk Ozkan ji girtîgehê di nameya ku ji Hevserokên HDP'ê re şandin tehdîtên ku hatin kirin şermezar kirin û wiha gotin: "Tu hêz nkare xwe li ber serkeftina HDP'ê rabigire."   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin ku li girtîgeha Kandrayê ya hejmar 1 a Tîpa F girtî ye û parlamentera Mûşê ya berê Burcu Çelîk Ozkan ji Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî re nameyek şandin.   Gultan û Burcuyê di nameya xwe de wiha gotin:   "Brez Pervîn Buldan û Sezaî Temellî,   Di serî de em ji  hemû heval û gelê me yê  ku ji bo HDP li gel hemû astengiyan bendavan li pişt xwe bihêle û bikeve meclisê xebitîn re spas dikin. Em we û hemû hevalên ku bi ser ketin û ketin meclisê pîroz dikin.    Tu hêz nikare vê serkeftinê asteng bike. HDP temînata demokrasiyê ye, hêviya gelê me ya aştiyê ye,nûnertiya wekheviya jinan û berxwedana azadiyê ye.  Em van tehdîtên ku di kesayeta hevseroka partiya me de li gelê me û hemû kesên ku partiya me wan temsîl dike hatine kirin şermezar dikin ."