'Hêrsa jinan mezin dibe' 2018-07-02 09:06:38   ÎZMÎR - Berdevka Piştevaniya Mor Julîana Gozen diyar kir ku wek beriya hilbijartinê, piştî hilbijartinê jî hêrsa jinan a li dijî desthilatdariyê didome û wiha got: “Em ê nehêlin encamên hilbijartinê rê li ber bêhêvîbûnê vebike. Em ê rejîma yek mêrî têk bibin.”   Yek ji berdevkên Piştevaniya Mor Julîana Gozen diyar kir ku bi dînamîka darbeyê re biryara hilbijartinê hatiye girtin û rewabûna hilbijartinan tunebû û wiha got: “Divê rastiya hawira hilbijartina bi komkujÎ, xîle û zextê pêk hatiye bê teşîrkirin.”   ‘Pêvajo didome, cih ji bêhêvîbûnê re tune’   Julîanayê got wê li dijî êrîşên AKP’ê yên 16 salîyên li ser ked û bedan jinê wê bi dengê bilind berxwe bdiin û wiha got: “Di demên pêş de emê berxwedanên jinan bibînin. Beriya 24’ê Hezîranê jinan pêvajoyek aktîf derbas kirin. Bi Geziyê dest pê kir bi 7’ê Hezîranê berdewam kir.  Bi kampanyayên ‘na’ berdewam kir. Rewşa hêrsek cidî a gel heye.”   ‘Hêrsa jinan me ji nêz ve eleqeder dike’   Julîanayê di dawiya axaftina xwe bi lêv kir k udi mijara pirsgirêka Kurd de tê dîtin ku pêngavek erênî nayê avêtin. Em vê ji polîtîkayên hişk fêm dikin. Di 7’ê Hezîranê de jî mase qulipandin. Niha dixwazin rejîma yek mêrî ava bikin. Lê li wir dînamîka me ya jinên Kurd ji nêz ve eleqeder dibin. AKP di qada navneteweyî de jî tenê maye û bi vê feraseta siyasî wê pisgirêk mezintir bibin.”