Li dijî îstîsmara zayendî kastrasyona zayendî çareseriye gelo? 2018-07-02 09:04:17   STENBOL- Cizgirê serokwezîr Bekîr Bozdag daxuyaniya wek ‘Em tedbîra jê re dibêjin kastrasyona zayendî wê bi hemû aliyan di dema nû de bikin dewrê’ da. Parêzeran bertek nîşanê daxuyaniyê da û got riya çareseriyê di pêkanîna qanûnên heyî de derbas dibe û divê jin hedef neyên girtin.   Cigirê serokwezîr Bekîr Bozdag der barê Eylul Yaglikara ya 8 salî de ku li Polatli ya Enqereyê hat qetilkirin de daxuyaniyek da û got: “Em tedbîra jê re dibêjin kastrasyona zayendî bi hemû aliyan di dema nû de bikin dewrê.” Rêxistinên jinan bertek nîşanê daxuyaniyê dan. Parêzeran jî got pêşniyara Bekîr çareseriyê nayne û got divê jin hedef neyên girtin û gotin rıya çareserıyê dı Qanûnên heyî pêk tên.   Ji meclîsa Jinan a Stenbolê Esîn Yeşîlirmak diyar kir ku ev pêşniyara çareseriyê ne çareseriye û wiha got: “Çavkaniya pirsgirêkê ne nexweşiye ku bi rêbazên tibî bê çareserkirin.  Di qanûna me de cezayên giran hene lê her tim ceza tên xistin. Ger ji gumanbaran re ceza neyê daxistin wê ji xwe bi salan di girtîgehê de bimîne. Divê gumanbar bên cezakirin û mexdur jî bên parastin.”   Gulsum Kav: Çareserî tê taloqkirin   Berdevka Meclîsa Jinan a Stenbolê Gulsum Kav jî diyar kir ku darvekirin û xesandin pêkanînên serdema navînin û wiha pê de çû: “Tirkiye divê ewil li gorî peymana mafê zarokan tevbigere. Di qanûnan de zarok tên parastin lê em di pêkanînan de vê nabînin.”   Gulsumê di dawiya axaftina xwe de  bi lêv kir ku pêşniyara destilatdariyê ji çareseriyê wêdetir, pisgrêkê taloq dike û tu aliyê çareseriyê yê çareseriyê tune.