‘Ev gef di kesayeta Pervînê de li me hemû jinan hat xwarin’ 2018-07-01 14:23:26   AMED -TJA'yê li dijî gefên ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman soylu li Hevseroka HDP'ê Pervîn buladan xwaribûn li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê û gefên hatin xwarin şermezar kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca ku gefên Wezrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu bi telefonê li Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan xwarin şermezar bike li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku hat dayîn de  endam û aktîvîstên TJA'yê û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên jin amade bûn. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar êrîşên Suleyaman Soylu yên bi telefonê li dijî Pervîn Bûldan di kesayeta wê de li me hemû jinan hatine kirin û êrîş şermezar kirin   Li ser navê TJA'yê Heveroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak daxuyanî xwend û wiha  got: "Bi talankirina xwezayê û bi gef û êrîşên faşîzane dixwazin pêvajoya rejîma yek mêr î dirêj bikin. Bi van polîtîqayan hikûmeta AKP’ê dît ku nikare welat bi rê ve bibe û ji bo vê jî  hilbijatina pêşwext pêk anîn. AKP - MHP'ê bi vê helwesta xwe di serî de HDP xwestin ku hemû aliyên muxalîf bê andor bikin.”       ‘Pervîn temsîliyeta hemû jinên kurd e’   Naşîde, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku bi pirsan, tehdîdan û bi ûslûbên xirab ev siyaset pirsgirêkên civakî çareser nake û ne jî dikare faşîzmê heta dawiyê bide berdewamkirin. Naşîde wiha bi lêv kir: “Ev tehdît tê wateya tirsê, bêçarebûnê û tolhildanê. Rêhevalê Pervîn Buldan, Savaş Buldan bi talimata Tansu Çîller hat winda kirin. Pervîn wê demê netirsiya û serî netewand. Pervîn Buldan îradeya hemû gelanên Tirkiyeyê û temsîliyeta jinên kurd e. ji ber vê ev êrîşa ku li pervîn hat kirin li dijî me hemû jinan hatiye kirin em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin."