‘Li Tirkiyeyê aboriya derveyê qeydê li ser jin û zarokan tê pêk anîn’ 2018-07-01 09:26:58   STENBOL- Civaknas Berfîn Azdal  diyar kir ku li Tirkiyeyê aboriya derveyî qeydê li jin û zarokên penaber vedigere  û bi taybet dewlet van qadên xebatê bê kontrol dihêle. Berfînê got li Stenbolê bi sedan jin û zarok li kargeriyan rastî tacîza zayendî tên.   Civaknas Berfîn Azdal  ku demek dirêje li ser mafên penaberan dixebite, der barê pirsgirêkên jin û zarokên penaber de agahî da.   Berfînê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di serê binpêkirina mafên zarokên penaber de, binpêkirina Peymana Cenevreyê tê û got ev tenê di dema AKP’ê de nehatiye jiyîn lê di dema AKP’ê de hejmara penaber û binpêkirina mafan zêde bûye.  Berfînê wiha got: “Li Tirkiyeyê 4 mîlyon penaber hene. ji ber vê divê qanûn demildest biguhere. Divê binpêkirina mafan kêm bibe.”   ‘Penaber şertê wan baş bibin wê vegerin welatê xwe’   Berfînê destnîşan kir ku ancax şer biqede û şert û merc baş bibin wê penaber vegerin welatê xwe û got: “Midûriyeta Îdareya  Koçberiyê ya Stenbolê ji çileyê 2018’an şûnde  serlêdanên parastina navnetweyî  dan sekinandin. Wek penaberekê qeyda we tunebe hun jî tune ne. Ji ber ev hemû mafên we asteng dike. Binpêkirina mafên zarokan jî dertê holê.   Pisgirêka sereke perwerde ye   Berfînê bi lêv kir ku yek ji pirsgirêka herî girîng a penaberên Tirkiyeyê perwerde ye û ji ber qerta nasnameya zarokan tune nikarin ji xizmetên perwerdê sûdê bigirin. Her wiha mafekî din yê tê binpêkirin yê tenduristiyê ye û got zarokên qertên wan tune ne nikarin li nexweşxanê bên dermankirin.   Berfînê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa aboriya derveyê qeydê û got aboriya derveyî qeydê li ser jin û zarokan vedigere û got li Stenbolê zarok rojê 10-12 saetan tên xebitandin.