Li ser sindoqê binçav kirin:Me ji we re terorîst anî 2018-06-28 09:14:48   MÊRDÎN-Fatma Dînler ya di roja hilbijartinê bi hinceta cezayê wê teqez bûye hat girtin û piştre hat berdan  diyar kir ku dema ew birine Amedê polîsan ji hevalên xwe re gotine ‘binêrin me ji we re terorîst aniye’. Fatmayê diyar kir ku ew ne terorîst e, kesên di vî temenî ev tişt anîne serê min divö hesap bıdin.   Fatma Dînler ya 72 salî li Dêrika Mêrdînê di 24’ê Hezîranê de dema diçû dengê xwe bi kar dianî bi hinceta cezayê wê teqez bûye hat girtin û piştî cezayê pere da şûne hat berdan. Fatmayê pêvajoya girtina du rojan vegot.   ‘Ceza nehat ragihandin’   Fatmayê destnîşan kir ku ceza bi tu awayî ji wê re nehatiye ragihandin û wiha got: “Ez çûm dengê xwe bi kar bînim. Min dengê xwe bi karanî û piştre gotin bisekine du cezayên te hene. yek 6 hezar pere ye û yê din jî sûcê meş û xwepêşendanê ye. Ji dozekê agahiya min hebû. Lê der barê ceza de teblîg ji min re nehat. Piştre ez girtim birim Midûriyeta polîsan. Ji wir birin edliyê.  Dadger got ‘evqas cezayê te heye heta îro tu li holê tunebû, te xwe veşartiye’. Ez rojê du caran diçûm sûkê û dihatim. Ez di riyan de diketim GBT’ê. Wê demê çima ez nedigirtim.”   ‘Nav û av nedan min’   Fatmayê daxuyakirin ku dozger seranserê rojê hinceta binçavkirina wê ji malbata wê re ranegîhandiye û wiha got: “5 saetan ji zarokên min re negotin me binçav kiriye. Herî dawî gotin ‘bibin Amedê ger cezayê pere bidin wê berdin, neynin jî bikin zindanê.’ Wê rojê ne av ne nan dan min. Ez birim Amedê. Em gihiştin Amedê polÎsan gotin ‘binêrin me ji we re terorîstek anî’. Ez di nezaretxaneyê de mam.  Ez nexweşa şekir, tansiyon û dilim.  Bi şev xwarin dan min. Piştî saetan şûnde malbata min cezayê pere dan û ez berdam.”