‘Ger ku tiştek bi birayê min bê berpirsiyar dewlet e’ 2018-06-28 09:04:07   Rojda Aydin   AMED – Îdanameya derbarê Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin ku li ser îfadeyê hatiye girtin hîna nehatiye amdekirin. Keça Zulfiye Melîke Kîşmîr diyar kir ku ew derbarê dosyaê de nikarin agahiyê bigirin û bersîva serlêndanên ku kirine jî ji wan re wiha hatiye dayîn: "Biryara veşertinê li ser dosyaê heye û hîna 3 kesên din ku divê bên girtin hene. Piştî ku ew jî bên girtin em ê biryarê bidin."   Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên aîdê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin kirin hevşaredarên wan hatin girtin. Ji van hevşaredarên ku hatin girtin yek jê jî Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kişmîr e ku ev 10 mehin di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye.  Malbata Zufiyeyê diyar kir ku hîna îdanameya derbarê wê de ji ber biryara veşartinê ya li ser lêpirsînê nehatiye amdekirin û malbatê xwest ku demek berî demekê rewşa Zulfiyeyê bê zelal kirin.    ‘Kurê min 15 saliye lê wekî 1 saliyan xuya dike’   Hevjînê Zulfiyeyê Çetîn Kîşmîr anî ziman ku 6 kesan di derbarê Zulfiye de îfade daye û got ku îfadeyên hatine dayîn ne rast in û li ser îdîanameya wê ji ber biryara veşartinê heye nikarin agahiyan bigirin. Çetîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Kurê min ji sedî 99.9 astengdar e. Em çûn Nexweşxaneya Dewletê ya  Pîranê jî û wan jî ji me re rapor da. Kurê min 15 salî ye, lê dişibe 1 salî yan. Ev zarok neçar e ku girêdayî kesekî bijî û ew kes jî dayika wî ye. Ez û zarokên min dixebitin  û em nikarin ku wî bi tenê bihêlin. Em êdî nizanin ku çibikin. Em dixwazin ku ev doz di demeke nêz de bi dawî bibe. Hevjîna min niha bêhiqûqî tê girtin û em dixwazin ku di demeke nêz de îddînameya derbarê wê de bê amadekirin.”   ‘Hîna divê 3 kesên din bên girtin’   Keça Zulfiye Melîke Kîşmîr jî diyar kir ku îddîanameya dayika wê hîn nehatiye amadekirin û wiha bi lêv kir: “Em jî baş dizanin ku sedema girtina wê ji ber siyasetê ye. Me gelek caran serî li dozgeriyê da lê tu carî jî ji me re paşve agahî nedan. Gelek caran parêzerê dayika min jî çû û  pirsî lê ji parêzer re jî gotin ‘Biryara veşartî heye û hîn wê 3 kes bên girtin. Piştî ku ew jî hatin girtin em ê piştre biryarê bidin.’ Rewşa birayê min jixwe diyar e û divê dayika min ji kurê xwe cuda nemîne. Zaroka ku ji sedî 99.9 astengdare ji me wêdetir hewcedariya wî bi dawika wî heye. Dayika min xwest ku birayê min bigire gel xwe, lê belê em li dijî vî tiştî derketin. Ji ber ku zaroka nexweş e dema biçe girtîgehê wê li wir zêde tir mîkroban bigire. Lewra jî em dixwazin ku ev doza bê hiqûqî demek berî demekê bê dîtin. Em dixwazin ku eqûbeta dayika me diyar bibe.”   ‘Bila dayika min bê berdan’   Melîkeyê di dawiya axaftina xwe de got ku dayika wê kesekî nekûştiye, bersûc nîne û tu tiştekî cuda nekiriye, wê bi tenê ramanên xwe yên azad parastine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê tim behsa ramanên azad dikin, lê belê mirov îro ji ber ramanên xwe azad tînin ziman tên cezakirin û girtin. Bendewariya min ji dewletê tune ye, ez bi tenê dixwazim ku rewşa dayika min diyar bibe. Em dixwazin ku di dozê de girtin û negirtina dayika min diyar bibe. Ez îro dikarim biçim 10 kesan bînim ku li ser kesekî îfadeyan bidim. Ger ku tiştek bi  birayê min bê berpirsiyar wê dewlet be. Em dixwazin ku ji bo dayik û birayê min rayagiştî bê avakirin. Bila dayika min azad bê berdan.”