Parlamenterên jin yên HDP’ê: Em ê pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin 2018-06-27 09:11:01   AMED - Parlamenterên HDP’ê yên piştî 24’ê Hezîranê wê bikevin meclîsê, diyar kirin ku wê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û pirsgirêkên heyî bi hev re çareser bikin.   Di hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên 24’ê Hezîranê de 25 jê jin 67 parlamenterên HDP’ê ketin meclîsê.  Ji parlamenterên jin yên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel, Dersîm Dag û Remziya Tosun diyar kirin ku hedefa wan ya ewil  pirsgirêkên heyî çareser bikin.    ‘Di hawêrek ne adîlane de hilbijartin pêk hat'   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel bi lêv kir ku hilbijartin di hawêrek ne adîlane de pêk hatiye û xwestine HDP di bin bendê de bimîne.  Semrayê wiha got: “Derbaskirina bendê ya HDP’ê serkeftinek mezin e. Ev rêje ji 1’ê mijdarê bilindtir e. Ji ber tifaqan dengê me parçe bûn.  Namzetekî me  ket.  Peywirdarên me yên sindoqan û muşahîdên me hatin binçavkirin. Namzetê me yê serokomariyê  wek namzetên din li derve propagandaya hilbijartinê nemeşand.”   Semrayê bi lêv kir ku ew piştî OHAL’ê hema bi KHK’ê hatiye îxrackirin û got hedefa wan ya ewil eve ku OHAL bê rakirin.   ‘Emê ji bo jinan têbikoşin’   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag jî destnîşan kir ku ew di bin zextan de çûne hilbijartinê û wiha got: “Em ji vê hilbijartinê bi serkeftin derketin. Ez wek parlamenterek ciwan wê li meclîsê bibim dengê ciwanan. Li welat yek ji pirsgirêka herî mezin perwerde ye. Çi ji destê min bê ezê bikim. Emê bi jinan re pirsgirêkên xwe çareser bikin.”   ‘Emê dengê Sûrê bidin bihistin’   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remeziye Tosun jî qedexeyên derketina derve û pevçûnên li Sûrê bibîr xist û wiha got: “Dewletê xwest Sûrê bi birçîbûnê terbiye bike. Xanî hilweşandin û bi tiştên biçûk xwestin gel bixapînin. Lê gelê Sûrê di sindoqê de bersiv da. Ez ji bo dengê Sûrê bidim bihistin wê hewl bidim.”