'Şehîd Zîlan bû sembola jinên azad' 2018-06-26 16:18:59   Viyan Sayd/ Delîla Axîn   ŞENGAL - Li gundê Borik yê girêdayi Şengalê ji bo bîranîna şehadeta Şehîd Zîlan , ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ve civînek hat lidarxistin. Di civînê de sînevîzyon hat temaşekirin û li ser navê TAJÊ axaftin hatin kirin.   Li dijî êrîşên li ser Gelê kurd, Şehîd Zîlan ya bi nasnavê Zeynep Kinaci di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiyek fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Bi vê calakiya xwe Şehîd Zîlan bu hêviya serkeftinê ji bo hemû gelên bindest û tevahî jinan. Ji bo bîranîna Şehadeta Zeynep Kinacî li gundê Borik civînek hat li darxistin. Di civînê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Ezidî TAJÊ Şînda Şengal axaftin kir.    'Zîlan bû sembola Azadiyê'   Şînda Şengal di destpêka axaftina xwe de wiha got: " Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî bû sembola azadiyê.  Bi cesaretake mezin bi vîneke xort li dijî hêzên kompiloger çalakiyek fedaî pêk anî. Zîlan bi vê çalakiya xwe hêvî da hemû gelên bindest ku li dijî dagirkariyê rabin ser piyan. ÇalakiyaZîlanê derbeyak mezin li dijî dagirkerên dewlate tirk e. Fermandar Zîlan bi vê çalakiya xwe peyam da hemû neyarên gelê kurd, yên ku êrîşî îradeya me ya azad û bîr  û baweriyê me bike.  Beriya ku Şehîd Zîlan vê çalakiya fedaî li darbixE nameyek ji bo Rêber Apo nivîsîndibû. Di nameya xwede Heval Zîlan wisa dibêja ' Xwezya ji canê min qîmetir tiştek li gel min hebûna min ew jî fedayê te bikira Serokê min.'  Bi vî away  Zîlan behsa girêdana xwe bi Rêber Apo re dike. Şehîd Zîlan, kesyata Rêber Apo îredeya gel didît.  Yê ku bi rastî bixweze li ser  axa xwe bi vîn û îredeya xwe azad bijî pêwîst e xeta Zîlan ji xwe re mînak bigre."    'Divê em li ser xeta Zîlanê bibin xwedî îrade'     Di dewamiya axaftinên xwede Şînda Şengal bal kişand ser îradeya gelan bi taybatî jî ya jinan û wiha got " Îradeya gelê me fikir û ramanê Rêber Apo ye. Bi rastî ji pêwîst e em di xeta Zîlanan de xwedî li Rêberê xwe derkevin. Serokê me îradeya me ye. Bi fikra Rêber Apo em dikarin azad li ser axa xwe bijîn. Ya ku Gelê Kurd civaka êzidî bi cîhanê da naskirin fikra Rêbertî bu. Em ji weke gelên êzidî ger ku bi rastî em dixwezin li ser bîr û baweriya xwe azad bijîn pêwîst e em xwe di her milî de bi rêxstin bikin. Bi taybatî jî jinên êzidî pêwîst e li ser xeta  Zîlanê bibin xwedî îrade."    Şînda Şengal gotina xwe weha bi dawî kir " Em heya dawiyê dayindarê Şehîdên xwe ne. Heya ku em sax bin em ê li du şopa şehîdên xwe bin. Çawa Şehîd Zîlan ji bo me bû sembola azadiyê, em ê jî di vê riyê de berdewam bikin û tevahiya jinan azad bikin."   Pişîtî axafitnê civîn bi sînevîzyona li ser keseyata  Zîlanê ku hat nîşandan bi dawî bû.