Daxwaza hevdîtana bi Abdullah Ocalan re hat redkirin 2018-06-26 15:15:54   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtinÊ bikin cara 766'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê dozger serlêdana parêzeran red kir.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Newroz Uysal, Serbay Koklu û Sînan Zîncîr bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditinê bikin cara 766'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê serlêdan red kir.   Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên  Abdullah Ocalan 766 caran serlêdan kirin û hemû serlêdanên wan bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Rewşa hewayê nebaş e", "Personel tune ye" û "OHAL heye" hatin redkirin.