Jinên Wanê: HDP li meclîsê ye lê têkoşîn hîna neqedya ye 2018-06-26 09:10:44   WAN- Jinên Wanê diyar kirin ku hilbijartin di bin hîle û zextan de derbas bûye û wiha gotğin: “Em gelek bi hêvî ne. Wê HDP li meclîsê be, lê têkoşîna me neqedya. Em  ê wek jin têkoşîna xwe heta dawî bidomînin.”   HDP’ê ji sedî 11.67 deng di hilbijartinên 24’ê hezîranê de girt û 67 parlementer derxist. Jinên bi dengên xwe li Wanê 5 parlamenter şandin meclîsê diyar kirin ku wê têkoşîna wan berdewam bike.   Ji jinan Sarya Yacan wiha got: “Me bend derbas kir. Tevî hemû hîle û zextan gel li pey sindoqan çû. Di hilbijartinek ku demokrasî tunebû, derbaskirina bendê pir baş bû. Ji ber meclîs bê HDP nabe.”   ‘Em bi hêvî ne’   Jinek din Ferman Yilmaz jî destnîşan kir ku tevî hemû zextan HDP’ê bend derbas kiriye û wiha pê de çû: “Me dixwest namzetê me Selahattîn Demîrtaş derkeve. Lê tevî wan şertan HDP’ê bend derbas kir. Dîsa deng nehatiba dizîn wê HDP’ê den zêde bigirta. Em bi hêvî ne. Wê HDP li meclîsê be lê têkoşîna me neqedya. Em ê jin heta dawî têbikoşin.”   Fatma Arslan jî bi lêv kir ku roja hilbijartinê piştî dengê xwe daye çûye dibistana ku peywirdar e û got di hilbijartinê de gelek neheqî û dijhiqûqî mijara gotinê bûye û ev tişt got: “Ev neheqî li her derê hatin jiyîn. Mirov dema diçûn dengên xwe bi kar dianîn hatin binçavkirin an jî kuştin. Tevî van em xwedî li sindoqên xwe derketin. Em gelê kurd her tim li alî hiqûqê ne. Em mafên xwe dizanin.”