Ji bo komkujiya Kobanê komcivîn hat lidarxistin 2018-06-25 15:10:40   KOBANÊ-Têkildarê Komkujiya Kobanê ya ku di 25'ê Hezîrana 2018'an de hat ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kirin, komcivîn hat lidarxistin.   Têkildarê Komkujiya Kobanê ya ku di 25'ê Hezîrana 2018'an de hat ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kirin, ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) komcivîn hat lidarxistin. Nûnerên Şengalê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Kantona Girê Spî, Pêkhateyên Ermenî, Sazî û Dezgehên Kobanê, Malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, Endamên TEV-DEM'ê beşdarî komcivînê bûn. Malbatan di civînê de wêneyên zarokên xwe hilgirtin.    Komcivînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Endamê rêveberiya TEV-DEM'ê Ehmed Şêxo destnîşan kir ku ev komcivîn bersiva valaderxistina planên qirêj ên dagirkeran e.    Piştre endamê Rêveberiya Herêma Firatê Enwer Mislim axivî û diyar kir ku armanca komkujiya Kobanê tunekirina gelê Kurd e. Lê ew ê nikaribin gelê Kurd tune bikin.    Piştre sînevizyona derbarê komkujiya Kobanê hat temaşekirin û dirûşma "Şehîd Namirin" hat berzkirin.    Li ser navê malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane Mûna Osman axivî û got:"Em ê gelê Kurd li dijî komkujiyan dest bidin hev û nehêlin êdî dubare bibe."   Komcivîn bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.