Karê aborî û siyasetê bi beşdarbûn û hêza jinê dê pêş bikeve 2018-06-25 09:37:56   ŞEHBA - Hevseroka Konseya Karên Civakî ya Efrînê Erîfe Bekir derbarê rola jinê ya di aborî û siyasetê de diyar kir ku jina kurd her dem bi jêhatîbûna xwe derketiye pêş û got:"Karê aborî û siyasetê bi beşdarbûn û hêza jinê dê pêş bikeve."   Hevseroka Konseya Karên Civakî ya Efrînê Erîfe Bekir derbarê rola jinê ya di aborî û siyasetê de anî ziman ku di dîrokê de her dem jinê di nav karê aborî û siyasetê de cihê xwe girtiyê û serkefinên mezin bi dest xistiye.   Erîfeyê bal kişand ser bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser jinê û got:"Rêber Apo her rola jinê ya girîng a di nava hemû qadên civakî de parastiye."   Erîfeyê bi lêv kir ku jin dema ku karekî dike tenê berjewendiyên xwe nafikirin û ev yek ji bo rola jinê ya di siyaset û aboriyê jî derbasdar e û wiha domand:"Yên bi hezar sal berê hîmê bingehîn ê birêvebirina civakê ava dikir dîsa jin bûn. Her wiha jina Kurd piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî di qada aborî û siyasetê de bû xwedî rolek girîng. Rol û misyona girîng jinê ku piştî Şoreşa Rojava derket pêş elbet bandora fikir û ramanên Rêber Apo jî gelek heye. Jina Kurd di sîstema birevebirinê ya Rojavayê Kurdistanê de xwedî rolek girîng e ev jî bandorek erênî li ser civakê dike. Di heman demê de bandorek erênî li ser xizmeta civakî jî dike. Dema di qada siyaset û aboriyê de jin ne xwedî rolek sereke be dê civak têk biçe."   'Em ê heta dawî xwedî li keda xwe derkevin'   Erîfeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ê heta dawî wekî jin xwedî li keda xwe û li fikrên Rêber Apo derkevin."