Heyeta rastî êrîşê hat: Em ji aliyê leşkeran ve hatin tehdîdkirin 2018-06-25 09:34:44   ÇEWLÎK- Heyeta Danîmarkayê ya çavdêr a ji bo hilbijartinan bişopînin çûn Çewlîkê li vir rastî êrîşa cerdevanan hatin. Heyetê balkişand ser zextên li ser muxalîfan û diyar kir ku her tişt li gorî partiya desthilatdariyê pêk tê. Heyet ji aliyê leşkerên li gund jî rastî tehîdê hat.   Li Agiriyê, Şirnex, Êlih û Amedê heyetên biyanî yên ji bo şopandina hilbijartinan hatibûn hatin binçavkirin. Li Çewlîkê jî heyeta çavdêr a Danîrmarkayê rastî êrîşa cerdevanan hat.   Ji Partiya Sor-Kesk a Danîrmarkayê Jette Monr ya di heyetê de cih digirt û li Çewlîkê çû 11 dibistanan, diyar kir ku dizanibûn li Tirkiyeyê rewş ne başe lê wan evqas nedipa. Jette bi lêv kir ku li gundê Murat a girêdayê Soldanê rastî êrîşê hatine û wiha got: “Me li hember daxwaza xwe şîdet dît. Me tu wate nedayeê. Em bi armanca aştiyane çûn Çewlîkê. Lê alîgirên desthilatdariyê em tehdîd kirin. êrîşê me kirin.”   Lelşkeran tehdîd kir   Jette di berdewamiya axaftina xwe de got piştî êrîşê leşkerên hatine ber derî jî ew hedef nîşan dane û ji bo ji gund veqetin jî ew tehdîd kirine.   Çavdêrek din a jin Stînna Dore jî  destînîşan kir ku atmosfreta di bin ewlehiay sindoqê de li Çewlîkê hatiye avakirin bi giştî li gorî partiya dethilatdariyê pêk tê û got wan reqabetek bê maf dîtine û bûne şahidê zextan. Stînna daxuyakirin ku hilbijartineke ji feraseta demokrasiyê dur pêk hatiye.