Li bajarên Kurdistanê pîrozbahî, li Qoser û Wanê êrîşên polîsan 2018-06-24 22:15:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qosera Mêrdînê piştî ku HDP'ê bend derbas kir welatiyan dest bi pîrozbahiyê kir û polîsan jî bi ava şid êrîşî welatiyan kir. Li Mêrdînê jî li gelek cihan pîrozbahî hat destpêkirin û li wê jî polîsan êrîşî gel kir.   Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) benda hilbijartinê derabs kir li navçeya Qoserê ya Mêrdînê  gel daket kolanan û dest bi pîrozbahiyê kir.  Welatiyên ku daketin kolanan dirûşmên "Em HDP ne em ê biçin meclisê", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Polîsan xwe li dijî coşa gel ranegirt û bi ava şid êrîşî welatiyan kirin û gelek kes binçav kirin.   Herwiha li Mêrdînê jî gel derket kolanan û dest bi pîrozbahiyê kir.   Li Rihayê encamên hilbijartinê bi DHP'ê re hatin şopandin   Li Rihayê jê gel li ber Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê kom bû, encamên hilbijartinê li ji televîzyonê temaşe kir. Piştî ku HDP'ê bend derbas kir pîrozbahî hat destpêkirin.   Wan   Piştî ku DHP'ê bend derbas kir li Wanê jî pîrozbahî hat destpêkirin û gel ber bi avahiya HDP'ê ve herikî. Polîsan destûr neda ku gel li ber avahiyê bisekine û bi gaza îsotê û ava şid êrîşî welatiyan kir. Herwiha polîs êrîşî konvoya pîrozbahiyê jî kir.   Li kolanan hunerê dirûşmên "Serok selo hatin berzkirin" û fîşekên hewayî hatin teqandin.   Edene   Li Edeneyê jî welatiyên ku di dema hejmartina dengan de dibistan tek nekirin û ji bo ku sendoqan biparêzin konvoyçekirin, rastî êrîşa polîsan hatin.    Herwiha welatiyan derbaskirina bendê ya DHP'ê pîroz kir û bi konvoyê li nava bajêr geriyan.