Li Amedê bi hezaran kes daketin kolanan: Ji bajêr dengê dirûşmên 'Bijî Serok Apo tê' 2018-06-24 22:02:00   AMED - Piştî ku HDP'ê bend derbas kir gel daket kolanan û amadediyan bi fîşekên heywayî û konvoya wesayitan li gelek cihên bajêr det bi pîrozbahiyê kir .Ji bajêr dirûşmên 'Bijî serok Apo' tên berzkirin.   Li ber Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) welatiyên ku ji ekranên mezin hilbijartin şopandin piştî ku HDP'ê benda ji sedî 10 derbas kir bi lînadin û bi dirûşman dest bi pîrozbahiyê kirin.  Welatiyên ku bi konvoyan ber bi avahiya HDP'ê ve ketin rê dirûmên "PKK gel e gel li vir e"  û "Bijî Serok Apo" berz kirin.   Jinan bi lîlandina xwe hilweşandina bendê ji gel re ragihand. Girse bi govend û bi fîşekên hewayî pîrozbahiyê berdewam dike.   Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Amedê Şerîf Camci yê ku piştî hilweşandina bendê axivî diyar kir ku li gel bêrêtiyên AKP û A.A. yê jî gel benda hilbijartinê hilweşand.