Platforma Hilbijartinê ya Adîl: Encamên hatine weşandin ne rast in 2018-06-24 20:13:13   ENQERE - Platforma Hilbijartinê ya Adîl li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku encamên di televiyonê de tên weşandin ne rast in û got:"Xwedî li sindoqan derkevin."   Platforma Hilbijartinê ya Adîl ku ji aliyê partiyên muhalif û saziyên civaka sîvîl hatiye avakirin got ji encamên Ajansa Anadoliyê (AA) bawer nekin.