Bêrêtî di hejmartina dengan de jî berdewam dikin 2018-06-24 18:18:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdayîn bi dawî bû lê bêrêtî bi dawî nebûn li Wan, Tetwan,û Colemêrgê polîsan diyar kir ku wê tenê serokê sendoqan dengan bijmêrin û peywirdarên sindoqê asteng kirin.    Li Tirkiye û Kurdistanê karê dengdayînê saet di 17.00'an de bi dawî bû, hejmartina dengan hat destpêkirin. Li bajar, navçe û gundan bê rêtiya di dengdayînê de di hejmartina dengan de jî bêrêtî hat berdewamkirin.   Wan   Li gundê Zorava yê girêdayî Tuşbaya Wanê hat îdakirin ku  fermandariya cendirmeyan got ku ew ê di serî de dengan bihejmêrin, piştre jî bibin qereqolê û piştî wê jî ew ê radestî YSK'ê bikin.   Li taxa Yali Melez a Rêya Armûşê ya Wanê jî êrîşî  dibistana Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) hat kirin. Li aliyekî din jî li navçeyê polîsên li dibistanan jî diyar kirin ku ji bilî serokê sendoqan wê kesek tevli hejmartina dengan nebe.   Colemêrg   Li Colemêrgê jî li hinek dibistanan bi girtina sindoqan re heşmartina dengan di bin siya polîsan de hat destpêkirin.   Bedlîs   Li navçeya Bedlîs ya Tetwanê jî hat aşkerakirin ku piştî girtina sendoqan polîs nahêlin ku kesek mudaxeleyî hejmartinê bibe û hat îdakirin ku wê tenê serokê sendoqê dengan bihejmêre.