Namzedên jin dengê xwe bi kar anîn 2018-06-24 14:33:11   AMED - Namzedên jin ên HDP'ê, çûn ser sindoqê û dengê xwe bi kar anînin.   Li Tirkiye û Kurdistanê li gel hemû bêrêtiyan dengdayîn berdewam dike.  Nanzedên parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê dengê xwe bi kar anînin. Namzedên ku li navçeyan dengdayînê ji nêz ve dişopînin, dengê xwe jî li cihê ku lê dengdayîn şopandin bi kar anînin. Ji namzedan Ferda Fahrî Oglu, dengê xwe li Çinarê li dibistana Cumhuriyetê ya Seretayî dengê xwe bi kar anî.    Ferda piştî ku dengê xwe bi kar anî wiha got: "Min dengê xwe bi hevî û kelecan avêt. Wê sibe ji bo me rojeke nû hilê. Em sibe ji îktîdara faşîst rizgar bibin."   Farqîn   Namzeda HDP'ê Remziye Tosun jî, li Farqînê li dibistana Navîn a Fevzî Çakmak  bi kar anî .Remziye wiha got: "Min dengê xwe bi daxwaza ku bibe wesîleya Kurdistaneke azad bi kar anî."   Bismil   Ji namzedên HDP'ê Dêrsim Dag û Abdurrahîm Durmuş jî li navçeya Bismilê li Dibistana Seretayî ya Ataturkê dengê xwe bi kar anînin   Namzeda HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî li navçeya Hênê li dibistana seretayî ya Gurbuz bi kar anî.   Herwiha namzeda HDP'ê ya Amedê Semra Guzel jî li navçeya Çermûkê li dibistana seretayî ya Muharem Akkiliç bi ara nîn.