Şaredarê AKP'yî gel tehdît kir 2018-06-24 12:14:14   MÊRDÎN - Li Mêrdînê leşkeran ber dibistanan dorpêç kir û hemû kesên ku hatin dengê xwe bi kar bînin di GBT'ê re derbas kir. Li Rişmilê jî şaredrê AKP'yî  Hayretîn Demîr, namzedê DHP'ê Dîlaver Înal jî di nav de peyweridarên sendoqê tehdît kirin.   Ji bo Serdema 27'emîn a Serkomariyê ya û Hilbijartinên Giştî yên Parlamenteriyê li Tirkiyeyê welatî îro diçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar tînin. Li Mêrdînê ku gel eleqeyeke mezin nîşanî sindoqan dide, binpêkirinên mafan jî dest pê kirin. Li Rijşmilê Şaredarê AKP'yî muşahid û namzedê HDP'ê tehdît kirin û li Şemrax û Nisêbînê jî leşkeran welatiyên ku çûn deng bi kar bînin di GBT'ê re derbas kirin.   Li Rişmilê Şaredar gel tehdît kir   Li gundê Qoserê keya xwest ku welatî dengê xwe vekirî bi kar bînin û derbarê bûyerê de parêzerek ji bo lêkolînê çû herêmê. Li navçeya Rişmilê jî AKP'yî û MHP'yiyan şer kir  Şaredarê AKP'ê jî Hayretîn Demîr peywirdarên sendoqê tehdît kirin. Li dijî Şredarê ku peywirdarên sendoqê xwestin derbarê wî de girtekê bigirin parêzer çûn cihê bûyerê. Herwiha hat aşkerakirin ku Şaredara namzedê HDP'ê Dîlaver Înal jî hatiye tehdîdkirin.   Li Nisêbîn û Şemraxê leşker weatiyan di GBT'ê re derbas dikin!   Li bajaroka Nisêbînê Durucayê jî û li vavendê li Dibistana Oguzhan a Seretayî dengên bê mor hatin dayîn piştî ku welatiyan bertek nîşan da û ji muşahidan re bûyer ragihandin derbarê dengên bê mor de girtek hat  girin. Dîsa li gundê heman navçeyê Durakbaşi welatiyên ku çûn dengê xwe bi kar bînin li ber dibistanê di GBT'ê re ahatin derbaskirin .Welatiyên ku dema derketin jî telefonên wan hatin kontrolkirin bertek nîşanî leşkeran dan.   Li Şermaraxê jî li gundê ku nifusa wî 800 kes e yê Evcîler bi heman awayî li ber dibistanê weatî di GBT'ê re derbas kirin û şandina parêzeran a herêmên bi pirsgirêk berdewam dike.