Leyla Guven a ku di girtîgehê de ye: Em ê teqez bi ser bikevin 2018-06-23 16:19:23   AMED-Namzeta Parlamenteriyê ya girtî Leyla Guven, xwest ku sibehê hemû kes biçin ser sindoqan û peyama "Serê sibehê biçin ser sindoqan, êvarî govendê bigerînin" da.    Namzeta Parlamenteriyê ya girtî Leyla Guven, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amedê peyam ji bo hilbijartinên sibehê şand û got:"Dem dema sindoqa ye! Ez spasiyên xwe pêşkeşî gelê xwe û jinên li Colemêrgê yên bûn dengên min, dikim. Em ê teqez bi ser bikevin! Serê sibehê biçin ser sindoqan, êvarî govendê bigerînin."