Jinên Amedê: Bila herkes xwedî li sindoqan derkevin 2018-06-23 13:32:12   AMED - Jinên beşdarî mîtînga Amedê ya HDP'ê bûn gotin:"Hindik ma. Em ê di 24'ê Hezîranê de bi ser bikevin. Em ê dawî li vê zilmê bînin. Bila herkes li sindoqên xwe xwedî derkevin. Divê em wê şevê ranezên."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi beşdarbûna sedhezaran kesî "Mîtinga Amedê ya Mezin" li dar xist. Mîtînga ku li Qada Îstasyonê hat lidarxistin mîtînga herî qelebalix a 3 salên dawî bû. Di mîtinga ku bi beşdarbûna jin û ciwanan bal kişand de, banga xwedîderketina li sindoqan hat kirin."   'Hindik ma em ê bi ser bikevin'   Jinên ku qada mîtingê tije kirin gotin:"Hindik ma em ê di 24'ê Hezîranê de bi ser bikevin. Kesên ku dengên xwe bi kar anîn bila neçin di malên xwe de rûnenin. Bila xwedî li sindoqan derkevin. Bila Kurd li îradeya xwe xwedî derkeve û dengê xwe bide xwe."   'Dengê me ji aştî û azadiyê re ye'   Feleknas a ku beşdarî mîtinga mezin a Amedê bû got:"Dê piştî vê hilbijartinê zilim biqede û aştî were. Dê hemû gel bi hev re bijîn. Gelê Kurd û Tirk kirin dijminên hev. Lê Tirk û Kurd xwişk û birayên hev in. Em dixwazin ku em hemû di nav aştiyê de bi hev re bijîn. Bila hemû kes dengê xwe bide aştî û azadiyê. Dengê ji aştî û azadiyê ji HDP'ê re ye."   'Em ê Rêberê xwe azad bikin'   Songulê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got:"Gelek şehîdên me hene. Me gelek zilm û êş kişand. Tecrîda giran a li ser Rêberê me jî zilmek mezin a li ser me ye. Qey mafê wî qet tuneye ku bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne? Em êdî zilmê naxwazin. Em ê di 24'ê Hezîranê de bi ser bikevin."   'Serî li dijî zextan netewînin'   Hêvî Kaya jî diyar kir ku hilbijartinên sibehê dîrokî ye û wiha got:"Ez li vir bi taybet bang li jin û ciwanan dikim, li dijî tu zilmê serî netewînin. Me neçewisandin û ew ê me neçewisînin. Divê em li dengê xwe xwedî derkevin."   'Em ê hemû bendan hilweşînin'   Arjîn Ayçiçek jî got:"Em ê hemû bendan hilweşînin. Me jinan gelek zilim dît lê em naxwazin zilmê bibînin. Loma divê jin bêtir têbikoşin. Divê jin li sindoqên xwe xwedî derkevin. Em wekî jin aştî û azadiyê dixwazin. Em ê wê şevê ranekevin. Em ê xwedî li dengên xwe derkevin."   'Her ku ew bixwazin me tune bikin em ê bêtir bi hêz bibin'   Ayfera ku şahidê komkujiya 5'ê Hezîranê ye got:"Jin di her alî de bûne hêza sereke. Dê di vê hilbijartinê de jî wiha be. Ji bo tundiya li dijî jinê bi dawî bibe, îstismar bi dawî bibe divê ev îktidara heyî têk biçe. Em ji mirin, zindan û zextan natirsin. Her ku ew bixwazin me tune bikin em ê bêtir bi hêz bibin û zêdetir bibin."