‘Em ê bi awayekî bi hêz xwedî li sindoqan derkevin’ 2018-06-22 09:15:18   ŞIRNEX - Li seranserê Şirnexê wê 268 hezar û 308 hilbijê  biçin ser sindoqan. Zozan Fendîk a peywirdara sindoqê ye  wiha got: “Em ê roja hilbijartinê bi îradeyek mezin xwedî li sindoqan derkevin.”   Ji hilbijartinan re 3 roj ma û li Şirnexê jî xebat bê navber didomin.  Li Şirnexê bi gitşî wê 268 hezar û 308 hibijêr dengan bi kar bînin. Li Şirnex û navçeyên wê bi giştî wê  hezar û 136 endam sindoqan biparêzin.   Zozan Fendîk Aykut ya wê li Dibistana Seretayî û Navîn ya Artuklu peywirdariya sindoqê bike diyar kir ku dewlet di demên hilbijartinê de cuda nêzî Botanê dibe û ev tişt anî ziman: “Botan wê bi îradeyek mezin xwedî li sindoqên xwe derkeve.OHAL bi taybet li Botanê rê li ber pirsgirêkan vedike. Dixwazin dengan bidin dizîn û winda bikin. Em ê bi hevalên xwe re sindoqan biparêzin û yek bi yek dibistanan kontrol bikin. Ji bo vê me komîsyonên gerok ava kirin.”   Li Cizîrê Komîsyona Hiqûqê hat avakirin   Zozanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesên peywir girtine kir û wiha balkişand ser polîtîkayên AKP’ê: “Di 24’ê hezîranê de divê em zêdetir xwedî li sindoqan derkevin. Ji ber AKP dixwaze HDP’ê di bin bendê de bihêle. Vê di civînên xwe de dibêjin.  Em van lîstikan ji xwe dizanin. Em ê sindoqên xwe heta dawiyê biparêzin.”