Ji bo mîtînga fînalê bang:Emê ji dil qadan tije bikin 2018-06-22 09:10:29   WAN - Jinan ji bo mîtînga fînalê ya hilbijartinê ya Wanê ku di 23’ê Hezîranê de pêk tê bang kirin û diyar kirin ku wê bi sedhezaran kes ji dil û bi coşek mezin dakevin qadan.   Tirkiye roja yekşemê diçe hilbijatinê û xebatên HDP’ê jî bê navber didomin. Mîtînga fînalê ya HDP’ê roja şemiyê li Wanê pêk tê.  Hevseroka HDP’a Wanê Yadîşen Karabulak ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku bi pêşengiya jinan ew li hemû bajarî derî bi derî geriyane û got ew bi vî rihî diçin mîtînga fînalê. Yadîşen wiha got: “Bajarê me wek dilê Serhedê tê dîtin. Em jî wisa dinirxînin.  Mîtînga me wê qedera 24’ê Hezîranê diyar bike.”   ‘Divê jin bi rengênx we qadan bixemilîne’   Ayten Gelîbolu jî destnîşan kir ku tevlîbûna mîtîngê li dijî neheqî, dijhiqûqî û newekheviyê tê wateya ‘em hene’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rojên borî de li heman qadê AKP’ê mîtîng pêk anî û AKP’ê ji navçeyan kes anîn qadê.  Li wir tevlîbûnek bi zorê hebû. Ji ber ku ji wan re gotibûn wê rojê wê saetê li wir bin. Divê gel bi dildarî tevlî mîtînga me bibin. Wê jin bi rengên xwe qadan bixemilînin.”   Şebnem Şeker jî bi lêv kir ku divê bi taybet jinên ciwan tevlî mîtîngê bibin û got ji bo hilbijartinek dîrokî wê mîtîngek dîrokî be. Behîce Abî jî di axaftina xwe de balkişand ser girîngiya tevlîbûna mîtîngê û da zanîn ku ew ne wek AKP’ê, ji dil gelan dipên mîtîngê.