Zarokek Êzidî ji destên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin 2018-06-21 17:41:29   Orivan Ebdo/ Hewlêr Şahîn   ŞENGAL-Zarokek Êzidî ya navê wê Matin Xwedêda Misto û 13 salî ji aliyê hêzên QSD'ê ve hat rizgarkirin.    Zarokek Êzidî ya navê wê Matin Xwedêda Misto û 13 salî ku ji Bajarokê Xanesorê ye ji aliyê hêzên QSD'ê ve hat rizgarkirin.    Zaroka bi navê Matin Xwedêda Misto spasiyê xwe ji hêzên QSD'ê pêşkeş kir û xwest ku Êzidiyên din jî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bibin.   Bavê Martî Xwedêda, Misto Xwedêda jî anî ziman ku ji rizgarkirina mirovan wêdetir bextewarî tuneye û got wê heta dawî xwe biparêzin.    Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo Xwedê da diyar kir ku ji bo careke din jinên Êzidî bi zilm û zordestiya bi vî rengî rû bi rû nemîne ew her xwe birêxistin dikin û têdikoşin.    Martînê li navenda TAJÊ teslîmî malbata xwe hat kirin.