Jinên ku ji aliyê AKP'yiyan ve bi tundiyê re rûbirû man hatin binçavkirin! 2018-06-21 16:56:31   WAN - AKP'yiyên ku posterên namzedê serkomariyê Selahattîn Demîrtaş çirandin 4 jin jî bi tundiyê re rûbirû hiştin. Polîs jî di bedîêla ku AKP'yiyan binçav bike 4 jinên ku bi tundiyê re rûbirû man binçav kirin.   Li navçeya Rêya Armûşê li taxa Cevat  Paşayê AKP'yiyên ku xebata hilbijartinê dikirn, posterê Selahattîn Demîrtaş ku namzedê seokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye ku bi deriyê malekê vebû çirandin. Ji welatiyên li taxê ên ku  bertek nîşanî AKP'yan dan 4 jin bi tundiya AKP'yiyan re rûbirû man. Polîsên ku bûyer temaşe kirin di bedêla AKP'yiyan binçav bikin 4 jinên ku bi  tundiyê re rûbirû man binçav kirin.   Piştî ku bûyer hat bihîstin bi sedan kesên ku hatin taxê AKP şermezar kirin.