Mêrdîn ber bi qada mîtîngê ve herikî 2018-06-21 16:47:55   MÊRDÎN - Gelên Mêrdînê ji bo mîtînga HDP'ê ku wê li Parka Karayollariyê li dar bixwe kom bûn. Girseya ku kom bû li gel govend û dîlanê li benda destpêkirina mîtîngê ye.   Ji bo mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku wê li Mêrdînê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Parka Karyollariyê li dar bixe gelên Mrêdînê berê xwe dan parkê.  Gelê ku li dora parkê li ber bariyerên polîsna kom bû, li gel dirûşmên " Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Serok Selo" û "Tundî me têk nabe", govend û dîlanê li benda destpkirina bernameya mîtîngê ne.   Di mîtînga ku wê bê lidarxistin de Hevserokê HDP2ê Sezaî Temellî, Hevşaredarê Barê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin û namzedên HDP'ê yên Mêrdînê jî Amede ne.  Herwiha hevkarên DBP'ê jî li qada mîtîngê cihê xwe girtin.     Mîtîng piştî rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê wê bi axaftina siyasetmedarên HDP'ê berdewam bike. Wê nameya Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim a ku di girtîgehê de ye jî li mîtîngê bê xwendin.