Jinên bakûrê Sûriyê heta dawiyê ji bo jinên Efrînê li ser piyan e 2018-06-21 15:11:53   DÊRIK- Lijneya Rêveberiyê ya Kongereya star  a  Dêrikê di pêvajoya hemliya dûyemîn a jinên bakûrê Sûriyê de ji bo Efrînê  bi dirûşma " Jin ji bo Efîrn rabin ser piyan" daxuyaniyek dan.     Lijneya Rêveberiyê ya Kongereya star  a  barê Dêrikê di pêvajoya hemliya dûyemîn a jinên bakûrê Sûriyê de li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Efrînê  bi dirûşma  " Jin  ji bo Efrinê rabin ser piyan" daxuyaniyeke da.  Daxuyanî ji alyê Endama Rêveberiya Kongreya Star  Wehîba Çeto ve  hat xwendin.   Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:"Her kes dizane ku Efrîn hatiye dagirkerin ji aliyê dewleta faşîst a tirk û hevkarên wê yên çete ve. Ev pîlanên qirêj di navbera tevahî dewletan de hat çêkirin, gelê Efrînê bi berxwedanek mezin li pêşberî dewleta NATO'yê y tirk berxwedaneke bê hampa da meşandin. Dewleta tirk a ku axaf Efrînê dagir kir komkujiyên xwe yên li ser sivîlan berdewam dike. Yên ku herî zêde ji van êrîşan bi bandor dibin jî jin in ku her roj tên binçavkirin, tecawizkirin. Mixabin   hemû saziyên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin jî lidijî van êrîşan bêdeng dimînin. Em wekî jinên bakurê Sûriyê bi hemû hêza xwe pişgirtiyê didin jinên Efrinê, yên ku rastî îşkenceya dewleta tirk tên û em  bang li tevahî sazî û rêxistinên ku mafên jinan diparêzin her wiha rêxistinên mafên mirovan dikin ku rê li ber faşîzma Erdogan bigirin."   Daxuyanî bi dirûmên" Bijî berxwedana serdemê, bijî berxwedana gelê Efrinê " bi dawî bû.