Li Qamişloyê yekemîn Weqfa Jinên Rewşenbîr hat vekirin 2018-06-21 15:09:29   QAMIŞLO - Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li Qamişloyê yekemîn Weqfa Jinên Rewşenbîr vekir.   Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li Qamişloyê yekemîn Weqfa Jinên Rewşenbîr vekir. Gelek rewşenbîr, nivîskar, endamên sazî û desteyên rêveberên xweser û gel ê Qamişloyê beşdarî vekirina yekemîn Weqfa Jinên Rewşenbîr bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Desteya Çand û Hunerê Bêrîvan Xalid axivî.   Bêrivan Xalid diyar kir ku yekemîn Weqfa Jinên Rewşenbîr ji bo xizmeta jinên Kurdi, Suryan, Ereb û hemû jinan hatiye vekirin û got:"Em ê hemû jinên rewşenbîr ji bo civakek zana û serbixwe têbikoşin."   Her wiha Endama Rêveberiya Weqfa Jinên Rewşenbîr Ahîn Mihemed jî anî ziman ku hemû jin dê di bin Wekfa Jinên Rewşenbîr hêviyên xwe geş bikin û armancên xwe yê ji bo civakek ronakbîr pêk bînin.   Navenda Weqfa Jinên Rewşenbîr bi stranên Koma Îalnayê hat pîrozkirin.    Herî dawî şêranî li kesên ku beşdarî vekirina weqfê bûn, hat belavkirin.