Gelê Til Temirê êrîşên li dijî Qendîlê şermezar kirin 2018-06-21 14:34:52   TIL TEMIR-Bi dirûşma "Dê êrîşên dewleta tirk bê bersiv nemîne" îro bi sedan gelê Til Temirê  Kurd, Ereb, Suryan meş li dar xistin.    Bi dirûşma "Dê êrîşên dewleta tirk bê bersiv nemîne" û bi pêşengtiya Kongreya Star û TEV-DEM'ê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Minbic û Qendîlê meşek girseyî li Til Temirê hat lidarxistin. Endamên Kongreya Star û TEV-DEM'ê û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta Kolana Fîlîstînê wergeriya mîtîngê.    Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê pêkhateyên Bajarê Til Temirê Aşûr Niweya Berxo axivî.   Aşûr Niweya Berxo got:"Dewleta tirk bi pêkanînên xwe yên qirêj bi salan bû sedema komkujî û qirkirinên mezin. Lê em ê heta dawî xwe biparêzin û em nahêlin ku dewletek osmaniyan a duda bê avakirin. Em gelê Kurd her dem bi ferastetk aştiyane nêzî mirovan bûye û me serî jî netewandiye. Em ê serî netewînin û bi têkoşîna xwe faşîzma Erdogan têk bibe."   Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bimre Erdogan", "Ji dagirkeriyê re na" hatin berzkirin.