‘Heta encam zelal nebin em ê dest ji sindoqan bernedin’ 2018-06-21 09:06:28   AMED - Berpirsa Karê Bîlgî Îşlem ya Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê Berîvan Sîncar diyar kir ku wan xebatên xwe temam kirine û got divê hemû peywirdar saet beriya 07.00’an bên qadên xwe û heta encam zelal nebin jî cihên xwe terk nekin.    Di hilbijartinê de li seranserê Amedê hejmara kesên dengên xwe bi kar tîne mîlyonek û 23 ye û bi giştî wê li hezar û 30 dibistanî li 3 hezar û 319 sindoqî deng bên bikaranîn. Bi armanca ewlehiya sindoqan ji aliyê HDP’ê ve 10 hezar kes hatin peywirdarkirin. Berpirsa Karê Bîlgî Îşlem ya Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê Berîvan Sîncar da zanîn ku piştî biryara hilbijartinê hatiye girtin şûnde wan di aliyê ewlehiya sindoqan de xebat dane destpêkirin.   'Ewil ewlehiya sindoqan'   Berîvanê bi lêv kir ku wan ewil qeydên hilbijêran û ewlehiya sindoqan girtiye dest û li Amedê wan xwe gîhandiye ji mîlyonekê zêdetir hilbijêran. Berîvanê wiha berdewam kir: “Yekem car li Tirkiyeyê pêkanîna sindoqên seyar ketiye jiyanê. Li 271 navçeyî der barê vê de serlêdan hat kirin. Me dîsa der barê ewlehiya 3 hezar û 319 sindoq û muşahîdan de xebat temam kir. Ji bo parastina sindoqan ji parêzeran heta peywirdarên dibistanê, ji peywirdarên sindoqan heta muşahîdan wê bi dehezaran hevalên me peywirê bigirin. Me xebatên xwe yên teknîkî kirin.  Ji AGÎT’ê heta Parlamenteoya Ewropayê wê gelek heyetên çavdêr di hilbijartinê de cih bigirin.”   Ji bo veguhestina 12 hezar hilbijêrî amadekarî   Berîvanê balkişand ser veguhestina 12 hezar hilbijêrî û got di vî warî de HDP’ê li 74 cihî wesayît amade kirine ku welatiyan bibin ser sindoqan û got ew ji vê pirsgirêkê re jî bûne hêza çareseriyê.  Berîvanê bi lêv kir ku wan xebatên xwe temam kirine û got divê hemû peywirdar saet beriya 07.00’an bên qadên xwe û heta encam zelal nebin jî cihên xwe terk nekin û li seranserê welat heta 17’an dengdan didome. Berîvanê got heta hilbijartin bi encam nebin divê peywirdar qadên xwe terk nekin.