Oya Ersoy: Hewcedariya Tirkiyeyê bi mêjiyê jinê heye 2018-06-21 09:03:16   Evrîm Kepenek   STENBOL - Yek ji namzetên HDP’ê yên Stenbolê Oya Ersoy rojek xebata xwe ya hilbijartinê ewil bi tevlîbûna xebatên çapemeniyê piştre jî bi serdanên gel û esnafan derbas dike. Oya diyar dike ku Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag nehatine jibîrkirin li kolanan li ser navê wan dixebite û diyar dike ku hewcedariya Tirkiyeyê bi mêjiyê jinan heye.   Xebatên namzedên HDP’ê yên Stenbolê bi coş didomin. Namzet her roj destê sedan kesî digirin û bi dehan kahwe û esnafan ziyaret dikin. Yek ji namzetên jin Oya Ersoy tevlî xebatan dibe.    Ji parêzeran soza piştgiriyê girt   Oya ku sibehê zû tevlî xebatan dibe ewil tevlî bernameya radyoyê ya Yon FM dibe û pêşniyarên çareseriyê yên derbarê pisgirêkên jinan de rêz dike. Oya tevlî Nobeta Edaletê ya ber Edliyeya Stenbolê jî dibe. Oya ku ew jî parêzere di bernameya ji bo parêzerên girtî pêk tê rastî eleqeyek mezin tê.  Oya di vê bernameyê de jî nêrînên xwe yên der barê hilbijartinê de parve dike û ji hevalên xwe yên parêzer jî soza piştgiriyê digire.   ‘Yekane derdê AKP’ê desthilatdariye’   Oya piştî Nobeta Edeletê diçe Cada Kurtuluş a Şîşliyê. Oya pirsên esnafan dibersivîne û diyar dike ku yekane derdê AKP’ê desthilatdariye û dibêje gel vê baş dizane.  Oyayê bi lêv kir ku ji ber vê HDP di hedefa AKP’ê de ye.   ‘Em nûneriya wekhev dixwazin’   Oyayê destnîşan kir ku li her dera siyaset dertê pêş siyasetmedarên mêr dertên pêş û got di rewşa HDP nekeve meclîsê wê li şûna wê 36 mêr bikevin meclîsê û wiha pê de çû: “Em jin wekhevî û azadiyê dixwazin. Rejîma Erdogan derxistiye holê, em dizanin ku wê têkoşîna me asteng bike. Em nîvê vî welatîne û nûneriya wekhev dixwazin. Partiyên din ji ber polîtîkayên wan yên jinan tune, hejmara siyasetmedarên jin jî kêmin û li vî welatî hewcedarî bi mêjiyê jinan heye.”