ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-21 09:00:00   * Endama Rêveberiya Kongreya Star Newroz Haşîm derbarê felsefe û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û got:"Felsefe û fikrên Rêber Apo ji aştî û azadiya hemû gelan girîng e. Loma tecrîda li ser Rêber Apo divê demildest bi dawî bibe." DÎMEN HEYE   *Jinên Kobanê derbarê kiryarên dewleta tirk û OSO'yê yên li ser jinên li Efrînê nirxandin kirin û gotin:"Dewleta tirk û çeteyên OSO'yê li Efrînê îradeya jinê tune dihesibîne, jinê di nav çar dîwaran de asê dihêle. Ev pêkanînan bandorek neyînî li ser hemû jinên Rojhilata Navîn dike." DÎMEN HEYE   *Yek ji namzetên HDP’ê yên Stenbolê Oya Ersoy rojek xebata xwe ya hilbijartinê ewil bi tevlîbûna xebatên çapemeniyê piştre jî bi serdanên gel û esnafan derbas dike. Oya diyar dike ku Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag nehatine jibîrkirin li kolanan li ser navê wan dixebite û diyar dike ku hewcedariya Tirkiyeyê bi mêjiyê jinan heye. DÎMEN HEYE   *Ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re demek kurt ma û li Mêrdînê xebat bê navber didome. Hevseroka DBP’a Mêrdînê Leyla Bozkurt der barê xebatan de axivî û got: “Li gund û navçeyan em eleqeyek mezin dibînin. Hêrsa gel di dilê wan de xwe bi awayekî baş nîşan dide.” DÎMEN HEYE   *Karkera demsalî Rida Dînç got AKP’ê bi gotina ‘alîkariya mazotê, alîkariya komirê’ cotkaran dixapîne û wih pê de çû: “Ava em vedixwin jî bi bacê ye. Em bi 20 lîrayî avê xerc dikin lê em 40 lîra bac didin.  Dibêjin me alîkariya mazotê daye cotkaran lê derew e. Bila kes dengên xwe nedin AKP’ê.” DÎMEN HEYE   *Berpirsa Karê Bîlgî Îşlem ya Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê Berîvan Sîncar diyar kir ku wan xebatên xwe temam kirine û got divê hemû peywirdar saet beriya 07.00’an bên qadên xwe û heta encam zelal nebin jî cihên xwe terk nekin. DÎMEN HEYE   *Li her bajarek û  kolanek Kurdîstanê mirov dikare zarokên karker bibîne. Arda jî yek ji van zarokan e. Her roj barê xwe digire ser milên xwe û ji bo ku ji malbata xwe re bibe alîkar berê xwe dide kolanan. DÎMEN HEYE   *Derbarê hilbijartina pêşwext a wê di 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê pêk were jinên Qamişloyê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Tifaqa AKP û MHP'ê ji bo  berjewendiyên xwe yên kesayetî hilbijartina pêşwext anîn rojevê. Lê di vê hilbijartinê de dê serkeftin a HDP'ê be."DÎMEN HEYE