Pervîn Buldan: Wan wekî Heskîfê di binê avê de bihêlin 2018-06-20 18:39:39   ÊLIH - Rêxistina HDP'ê ya Êlihê bi tevlêbûna deh hezaran miting pêk anî. Di mîtîngê de parlamentera HDP'ê ya Amedê û namzeta Êlihê Feleknas Uca, diyar kirin ku êdî dema ku wan bişînin hatiye û xwest li dijî dizan li sindoqan xwedî derkevin. Hevseroka HDP'ê  Pervîn Buldan AKP da ber rexneyan û got: "Di serdema AKP'ê de zilm, zordarî û kuştin zêde bû. Wan wekî  Heskifê di bin avê de bihêlin."    Rêxistina HDP'ê ya Êlihê li Statduyûma 19 Mayisê bi tevlêbûna deh hezaran mîtîng pêk anî. Di mîtînga ku hat lidarxistin de li gel Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, Rêxisitnên HDP û BDP'ê yên Êlihê, Tvgera Jinên Azad (TJA), Kongra Civakên Demokratîk (KCD), Meclisa Dayikên Aştiyê  û bi sedhezaran kes amade bûn.     Bi sedhezaran kes bi alên HDP'ê û cilên xwe yên rengîn qad tije kir.    'Komkujiyên li li Kurdistanê bînin bîra xwe û biçin ser sindoqan'    Di mîtîngê de Parlamentera û namzeta HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran gel silav kir û got: "Em bi we ser bilindin. Ji ber ku êdi gotin qediya ye ez zêde tiştekî nabêjim. Hikûmeta AKP'ê gotin qedand. Dema em çûn ser sindoqan bila Cizîr, Şirnex, Sûr, Heskif , Efrîn bê bîra me. Bila Efrîn bê bîra me. Bila tecrîda li ser birêz Ocalan bê bîra me. Bila heri dawî komkujiya Pirsûsê bê bîra me û em biçin ser sindoqê. Dema em vê yekê bînin bîra xwe em dizanin îktîdara AKP'ê qediya. Lazim e di 24'ê Hezîranê wan bişînin. Em roja hilbijartinê dengê xwe û vîna xwe ji dizan biparêzin û li dengê xwe xwedî derkevin.    Sindoqan radestî dizan nekin   Parlamentera HDP'ê ya Amedê û Namzeta Êlihê Feleknas Uca jî gel silav kir û wiha got: "Gelê qehreman û têkoşêr hûn bi xêr hatin. Em dê 5 wekîlan û şaredarên xwe ji nûve bistînin. Gelê me li dijî şer, zilm û zordestiya li ser gel biryar daye. Em dibêjin êdi wextê îktîdare qediya ye. Vê qadê ji Selahattîn Demîrtaş re bihêlin. Em vê coşa xwe bi çepik û tîlîyan silavekê ji Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan re bişînin. Em silavên xwe ji hemû wekîl û siyasetmedarên girtî re bişînin. Em tenê nabêjin dengê xwe bidnin xwe. Em dibêjin li vî welatî diz pir hene. Sindoqên xwe ji dizan biparêzin. Dibêjin 'em dê wan di bin bendê de bihêlin' Em jî dibêjin roj baş. Gelê me ji zûde biryar daye û bend derbas kirine.  Em dîsa dibêjin li dijî dizan sindoq û dengan biparezin."    Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ji axivî gel silav sir û wiha got: "Bi awayekî hovane darbe danîn ser vîna gel. Divê em di 24'ê Heziranê de em wan tev li çopa dîrokê bikin û tabelaya wan jî nehêlin. Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî berdewam bikin. Em tu carî çong natewînin.    'Em ê wan di bin ava Heskîfê de bihêlin'   Herî dawî Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan jî gel silav kir û wiha got: "Îro Êlih gelek bi coş û ciwan e. Em hemûyan silav dikin. Beriya ku bi axaftinê bikim Mehmet Sîncar ê li Êlihê şehît bû bi hurmetî bibîr tînim. Di şexsê wî de bi hezaran rêhevalên xwe yên bi wayekî faîl nediyar hatin kuştin bibîr tînim. Bi hezaran silavên xwe ji Îdrîs Balûken ê piştî bû namzet û ceza lê hat birîn re dişînim. Min ji  were Silavên Selehattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag anîn. Dibe ku îro ew ne di nava me de ne. Lê divê ew zanibin li ÊLihê û tevahiyaTirkiye bi milyonan Demîrtaş heye. Dibe ku ew li girtîgehê bin. Lê îro vîna wan li qada Êlihê ye. Li girtîgehê jî têkşîna me didome. Wekî li Êlihê li her derê têkoşîna aştî û azadiyê heye. Çawa bi salan berê peqrewanê me bi 3 darikên çixatê zindan ronî kir, îro ev têkoşîna we jî dê Tirkiye ronî bike.    Îro Êlih ji her demê bêtir xweşik û i her demê bi coş e. Ji her her demê bêtir bi biryar e. Êlih dê 5-0 bike û 5 wekîlan bişîne parlamentoyê. Ji ber ku êşên herî mezin li Êlihê çêbû. Êlih bû bajarê faîlên nediyar. Bû bajarê êş û janê. Her dem hêsirên dayikan herikî. Lê tu carî serî netewand. Tu carî pes nekir. Tu carî gav paşve neavêt. Her dem rûmeta xwe û têkoşîna xwe parast.    Em şahidên êşên mezin in   Em di dîrokê de her dem bûn şahidê êşên mezin. Wekî Roboskê, Wekî Efrînê û herî dawî wekî Pirsûsê rojek berî cejnê li Pirsûsa Rihayê li ber nexweşxaneyan qetil kirin. Îro rapora tipa edlî me dîsa rast derdixe. Îro Mirovên me bi 17 guleyan hatin kuştin. Bi caman hatin jêkirin û hatin kuştin. Ev nîşan dide ku AKP çiqas ketiye tengasiyê. Gelê me vê zilmê ji bîr nake. Gelê me dê di 24'ê Hezîranê de AKP'ê di sindoqê de defin bike û bersîve bede.    Gelê bi hurmet êşa ku gelê kurd dijî, piştî 16 salên AKP'ê zêdetir bû. Hiekûmeta AKP'ê ji êş, birçîbûn, zilmê wêdetir tiştek bi xwe re neanî. Niha tenê tiştekî dikin. Bêbextiyê dikin. Heriyê davên HDP'ê û Demîrtaş. Her roj heriyê daêjin. Dibêjin heriyê bavê û bila şopa wê bimîne. Nizane dê çi dibêje. Dibêje 'Ma kesek ji Demirtaş pêvtir kes nedît' Demîrtaş wekî we li cihanê nanere. Ew ji we cudatir e. Gelê wî heye. Amediyên wî, Colemêrgên wî heye. Rêhevalên wî û heskirinên wî hene. Raste gelê me xizan e. Gelê me jar e. Lê di cîhanê de hezkirina herî mezin bi gelê me re  heye. Hezkirina dil bi wan re heye. Em jin, ciwan û jar in. Lê em bi rûmet û serbilind in. Ji ber vê hezkirinagel a bi Demîrtaş re, Erdogna her roj herî davêje me. Em ji we bawer dikin ku hûn dê wî di 24'ê Hezîranê de bişînin.    Ew bi gel re eleqeder nabe. Ew nizinan rençber çi dijî. Jin ciwan çi dijîn ne xema wan e. Ew tenê ji bo pêşeroja xwe difikirin. Lê tenê çar rojên wan mane. Em dê di 24'ê Hezîranê de wan bi rê bikin. Gelê Êlihê dê vê carê jî erk û berpirsiyariya xwe herî paş pêk bîne. Gelê Êlihê aştî, û azadiyê dixwaze. Alîgirê aştî, azadî û biratiyê ye. Lê di feraseta wan de tenê şer heye. Di feraseta wan de şer û kuştin heye. Serokwezîr Yildirim herî dawî dibêje çareserî tune ye. Raste hûn çareseriyê nabînin. Ji ber ku hûn dê biçin. Li vî welatî dê biratiya gelê kurd û tirk bîne. Dê li vî welatî gelê Êlihê çareseriyê bîne. Ji ber ku me soz daye Sakine, Mazlum, Xêriyan. Me soz daye Orhan Dogan, Vedat Aydinan.    Di 24'ê Hezîranê de wan di binê avê de bihêlin   Gelê rêzdar Êlihê hûn dizanin hûn dê çawa bikin. Wan çaw Heskîf di bin avê de hişt, hûn jî dê di 24'ê Heziranê de di bin avê de bihêlin. Wan şaredarên me ji peywirê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kirin. Wan şaredarên me yên ku çîçek diçandin ji peywirê girtin û qeyûmê ku her derê dikin beton tayîn kirin. Ew qeyûm dê li kratxaneyên we qeyûmê bikin. Qeyûmên wan dê heta 24'ê Heziranê bidome û piştre dê biçin kratxaneyan bikin.    Gelê Êlihê yên Rêzdar, em bang li kesên bê biryar dikin ku dem hindik maye û bi ez biryara xwe bidin. An ji bo ronîbûnê, an jî ji bo taribûnê bijartina xwe bikin. An ji bo mazluman an jî ji bo zilmê bijartina xwe bikin. Lê em bawer in ku hûn dê ji bo aştî, ronahiyê hilbijartina xwe bikin. Em destûr nadin li vî welatî ne leşker û ne jî gerîlayek jiyanaxwe ji dest bidin. Em destûr nadin darbest bên vî welatî. Em destûr nadin li vî welatî ciwan jiyanaxwe ji dest bidin.    Em dê dawî li OHAL'ê bînin û kedkarên ji kar hatin avêtin dê dîsa li kar û barê xwe vegerin. Ev ne xeyal e. Tenê em biçin ser sindoqan û em destûr nedin diziyê bikin. Jin û ciwanên rêzdar hûn ji nivîsa dîrokê re amade ne. Jinên Rêzdar hûn ji parastina sindoqan re amade ne. Hûn dizanin diziya wan navdar e. Lê em destûr nadin. Em dê wan vala bişînin.    Dê Êlih 5 welîlan bişîne meclisê   Gelê Êlihê biryara xwe daye ku dê 5 wekîlan bişîne. Ev erk û peywira we ye. Em dê kefa wan di qirika wan de bihêlin. Em dê Birêz Selahattîn Demîrtaş bikin Serokomar. Ji ber vê yekê dengek ji bo HDP'ê û dengek ji bo Demîrtaş. Ji bo siberoja ronak û azad em tev bigerin. An azadî an azadî."