Li Mêrdînê ji bo mîtînga fînalê bang 2018-06-20 14:37:59   MÊRDÎN - Koordînasyona Hilbijartinê ya Bajêrê Mêrdînê HDP'ê, ji bo mîtînga fînalê ku wê sibe li Parka Karayolî bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.   Koordînasyona Hilbijartinê ya Bajarê Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ji bo mîtînga Fînalê ku wê sibe li Parka Karayolllari li dar bixin banga tevlibûnê kir û wiha got: "Di parçoveya hilbijartinên pêşwext ên 24'ê Hezîranê de xebatên me yên ku me dabûn destpêkirin wê bi mîtînga fînalê ku em ê sibe li dar bixin berdewam bikin. Em bang li hemû gelên li Mêrdînê dikin ku tevli mîtînga em ê sibe bi tevlibûna Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî û namzedan li dar bixin bibin."   Di mîtînga ku wê sibe saet  di 15.00'an de destpê bike Kadîr Çat û Hediye jî wê derkevin ser dikê.