HDP'ê ji bo mîtînga Îzmîrê bang kir 2018-06-20 12:40:20   ÎZMÎR - Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Îzmîrê, diyar kir ku dê mîtînga Îzmîrê dê di 23'ê Hezîranê de pêk were û bag kir ku hemû gel beşdarî mîtîngê bibe.    Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, diyar kir ku dê mîtînga Îzmîrê dê di 23'ê Hezîranê de pêk were û bag kir ku hemû gel beşdarî mîtîngê bibe. Dê mîtingê bi beşdarbûna Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan û Parlameneterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder li Qada Gundogduyê pêk were. Ji bo mîtînga Îzmîrê civîn hat lidarxistin. Hevkarên HDP'ê beşdarî civînê bûn.    'Mîtînga fînalê dê li Îzmîrê bê lidarxistin'   Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok daxuyanî da û diyar kir ku dê mitînga wan dawî bibe mitînga namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş. Semra da zanîn ku ew ê li gel hêzên demokrasiyê mitîngê li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kir.    Semrayê anî ziman ku beşdariya Selahattin Demîrtaş a mitîngê red kirin û dê payama Selahattin Demîrtaş di mitîngê de bê xwendin.