Ji bo mîtînga Amedê destûr nedan 5 dirûşman 2018-06-20 09:50:18   AMED - Ji bo 5 dirûşmên mîtînga HDP'ê ya Amedê destûr nehat dayin.   Dirûşmên ku ji aliyê Tevgeran Jinên Azad (TJA) ji bo mîtînga ku dê ji aliyê HDP'ê li Amedê bê lidarxistin  ji aliyê walîtiya Amedê ve nehat qebûlkirin. Dirûşmeyên ku destûr nehat dayin ev bûn:  "Bila dawî li tecrîdê bê", "Dengê jinan ji xweparastina reva re ye", "Dê jinên faşîzmê hilweşîne", "Em rê nadin faşîzmê", "Ji faşîzmê re na".