Ji bo zarokên Sûrê hêvî: Komeleya Hêviyan a Rengîn 2018-06-20 09:33:35   AMED - Ji bo zarokên li Sûrê dijîn Komeleya Hêviyan a Rengîn perwerdeya alternatîf û atolyeyan ava dike û bi saya vê  yekê zarok di atolyeyên çand, huner, ziman û muzîkê de tên cem hev û komeleyê ji bo zarokan pirtûkxaneya pêlîstokan jî ava kir.   Komeleya Hêviyan a Rengîn a li Sûrê bi jin û zarokan re piştî qedexeyê derketina derve ya Sûra Amedê xebatên atolye û perwerdeya alternatîf pêk tîne. Di komeleyê de 400 zarok, 20 mamosteyên dildar dixebitin. Komeleya ji aliyê komek aktîvîst ve hat avakirin, heta niha gelek atolyeyên weke huner, lîstik, ziman, mafê zarokan û muzîkê ava kir.   Ji rêveberên komeleyê Yeter Erel Tuma got yekane komeleya berê xebatên zarokan dimeşand ‘Umut Işigi’ bûye û piştî ji ber pêvajoya hat jiyîn komeleyê xwe fesh kir û li Sûrê komeleya ku xebatên zarokan bimeşîne nemaye.   Ji bo jin û zarokan hat avakirin   Yeterê got bi girtina koperatîfa jinê re qada lîstikê a zarokan jî nemaye û  got kolan ji bo zarokan ne bi ewle ne û wiha pê de çû: “Ji ber vê me fikra Komeleya Hêviyên Rengîn xist meriyetê. Me piştî meha Çileyê xebatên xwe xist faaliyetê. Di xebatên me de piranî zarokan cih girt. Armanca komeleya me ev e ku zarok xurt bibin û bandora şer a li ser wan kêm bibe.”   Ji bo zarokên di navbera 3-5 salî de odeyên lîstikê   Yeterê destnîşan kir ku wê seranserê havînê xebatên xwe bidomînin û got odeyek wan a lîstikê heye û 15 zarok lê hatine qeyedkirin û heta niha ji bo 75 zarokî jî piştgiriya civakî-çandî û civakî-psîkolojîk dane. Her wiha Yeterê bi lêv kir ku wan ji bo bandora travmayên şer kêm bikin atolye ava kirine.   Pirtûkxaneya pêlîstokê   Yeterê her wiha daxuyakirin ku wan Pirtûkxaneya Pêlîstokan jî vekiriye û got heta niha ji pirtûkxaneyê nêzî 200 zarokî fêde girtiye.