ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-20 09:00:00   *Endama Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kobanê Fatma Lekto da zanîn ku ji bo demokrasî, aramî û wekheviyâ Bakurê Kurdistanê û tevahî Tirkiyeyê divê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de HDP bi ser bikeve û got:"Ji bo zîhniyeta hov a ku êrîşî Efrînê kir têk biçe divê HDP biçe meclîsê." DÎMEN HEYE   *Dema ku em li rewşa cîhanê dinêrin em dibînin ku bi taybet li welatên Ereban û li hinek welatên din asta zewaca di temenê zarokatî de zêde bûye. Sedemê bilindbûyina vê rêjeyê ji bo çi ye divê mirov li ser vê yekê kûr bibe. Divê mirov li ser xeteriyên zewaca di temenê biçûk de jî kûr bibe û li gor vê yekê tedbîrên xwe bigire. JI PÊNÛSA JINAN   *Li Efrîna ku xesp û talan didome, ji bo jinan jî jiyan her diçe zehmet dibe û li gorî çavkaniyên herêmî  DAÎŞ’ê pêkanînên li Reqayê pêk anîne li Efrînê jî li hember jinan pêk tînin.   *Ji bo zarokên li Sûrê dijîn Komeleya Hêviyan a Rengîn perwerdeya alternatîf û atolyeyan ava dike û bi saya vê  yekê zarok di atolyeyên çand, huner, ziman û muzîkê de tên cem hev û komeleyê ji bo zarokan pirtûkxaneya pêlîstokan jî ava kir.   *Piştî talîmata Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan a weke ‘Divê HDP di bin bendê de bimîne’ şûnde di 24’ê Hezîranê de bi pêşengiya jinan seferberiya ewlehiya sindoqan hat îlankirin. Namzetên HDP’ê yên Îdirê di hemû serdanên xwe de li her gundî di mijara sindoqan de bi fikarên mijara ser sindoqan re tên rû hev. DÎMEN HEYE   *Namzetên jin diyar kirin ku ew li Keçîoren, Altindag, Akyurt, Çubuk, Çamlidere, Gudul, Kazan, Kalecîk, Kizilcahamam û Pursaklarê jî xebatên hilbijartinê dikin û wiha got: “Digotin HDP nikarin bikevin van deran. Lê em çûn van deran û me xebat li hemû derê meşand.” DÎMEN HEYE   *Benazir Butto dixwest weke çemekî azad biherike û bi xwe re her tiştî azad bike. Benazirê di nava civaka deshilatiya mêran de serokwezîrî kir û ji bo jinên cîhanê jî bû çavkaniya îlhamê. Benazîr ku di  19’ê Hezîrana  1953’an de hat dinê, heta roja hat qetilkirin 27’ê Kanûna 2007’an tu car dest ji meşa xwe berneda.  Wek ava diherikî Çemê Îndusê ji bo hemû zarokên Pakîstanê dev ji têkoşîna xwe berneda.   *Li seranserê cîhanê li gelek welatan mafê xwedîbûna axê ya jinan bi qanûnan tê astengkirin û li hinek welatan jî di qanûnan de bi awayekî wekhev cih digire.   *Li Arjantînê jinên endustriya şarabê guhertin,  hem di qada bazirganî hem jî di asta çêkirinê de bi têkoşîna didin, ji bo hêza dayîna biryarê bidest bixin têdikoşin.   *Jinan derbarê hilbijartinên pêşwext ku di 24’ê Hezîranê de bên kirin axivîn û gotin ku ji bo komkujiya li ser jinan bi dawî bibe wê dengê xwe bidin HDP’ê.  DÎMEN HEYE