Dengdayîna li dervê welêt îro bi dawî dibe 2018-06-19 13:21:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li nûnertiyên dervê welêt ku 1 milyon 262 hezar û 193 kesî dengê xwe bi kar anî karê dengdayînê îro bi dawî dibe.   Li nûnertiyên dervê welêt ku ji 7 Hezîranê de ji bo hilbijartinê dengdayîn hatibû destpêkirin îro saet di 17.00'an de diqede. Ji bo bijarteyên li dervê welêt li deriyên gumrikê û li 60 welatî li 123 nûnertiyan sendoq hatibûn danîn. Li gorî daneyên duh êvarî bi giştî 1 mîlyon 2632 hezar û 193 kesî dengê xwe bi kar anî.    Piştî ku îro dengdayîn bi dawî bibe, wê dengên hatin bikaranîn li gel nûnerên partiyan bînin Enqereyê.