Hunermendan li Mêrsînê piştgirî dan HDP'ê 2018-06-19 13:11:06   MÊRSÎN - Li Mêrsînê gelek lîstikvan, wênesaz, nivîskar û peykertiraşan ragihandin ku dê di 24'ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP'ê.   Li Mêrsînê gelek lîstikvan, wênesaz, nivîskar û peykertiraşan ragihandin ku dê di 24'ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP'ê. Ji 50'î zêdetir hunermendan bi daxuyaniya nivîskî ragihandin ku ew ê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dengên xwe bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).   Daxuyaniya hunermendan wiha ye:   Em di pêvajoyek wiha derbas dibin ku qêrîna şer û aştiyê li bin guhê hevdu ketine. Îktidara AKP'ê ev 16 sal in ku aramî û xweşikbûna jiyana me diçewisîne. Kesên ku dibêjin "Heger hûn 400 parlamenteran nedin me wê kaosê derkeve" nikarin nûnertiya me bikin. AKP'ê ev welat veguherandiye girtîgeha nîvvekirî û bûye sedemê gelek komkujiyan. Gelek nivîskar, hunermend û mirovên zanist îro di girtîgehan de ne. Ji bo zext û zordestiyên li ser vî welatî rabe û wekhevî bê em ê dengên xwe bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).