'Li Tilkoçer Meclisa Malbatên Şehîdan hat vekirin' 2018-06-19 12:33:44   GIRKÊ LEGÊ- Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo gelê ereb Navenda Saziya Malbatên Şehîdan li Tilkoçberê vekir.   Li bajarokê Tilkoçerê yê girêdayî navçeya Girkêlegê ya bajarê Dêrikê ji aliyê Lijneya Meclisa Malbatên Şehîdan û bi beşdarbûna bi sedan ji şiniyên bajarok, sazî û rêxistinên civakî ji bo gelê erab ê wê bajarokê Meclisa Malbatên Şehîdan hat vekirin.    Pişî rêzgirtinê  axaftin hatin kirin. Li ser navê rêveberiya giştî ya Herêma Cizîrê Mehsûm Hesen, li ser navê Lijneya Meclisa Malbatên şehîdan îdan Alefen ,li ser navê rêveberiya Navçeya Girkêlegê zilfa Bedro, li ser nave  Malbatên Şehîdan yên Tilkoçer Fatima Aalsiltan axivîn. Di axvtinan de tevahî şehîdên azadiyê hatin bibîranîn anîn û wiha hat g otin: " Şehîd kesên herî bi rûmet in ku ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirine. Em ê jî xwedî li şehîdên xwe derkevin.   Piştî axvtinan meclis ji aliyê dayika şehîdan ve hat vekirin û şêranî li gel hat belavkirin.