Sîteya nêzî AKP'ê Pervîn Bûldan hedef nîşan da 2018-06-19 11:57:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Sîteya bi navê "haber7.com" derbarê bûyera ku 4 kesî li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hedef nîşan da.    Di 14'ê Hezîranê de li Navçeya Pirsûsa Rihayê, xizmên Parlementerê AKP'ê İbrahim Halil Yildiz êrîşî bazirganan kiribûn û di encamê de 4 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî hikumetê niha jî Sîteya bi navê "haber7.com"  a nêzî AKP'ê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hedef nîşan da.