Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan ziyaret bikin cara 764’an serlêdan kirin 2018-06-19 11:38:55   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin cara 764’an serî serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahim Bilmez, Ebrû Gunay û Muhdî Oztuzun, bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin cara 764'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 763 caran serî li dozgeriyê dan. Lê her dem bi hinceta "Keşti xera be ye", "Muxalefeta hewayê heye", "Personel ne amade ne" hat redkirin. Piştî OHAL'ê jî bi hinceta OHAL heye tê astengkirin.