‘Em ê sindoqan ji AKP’ê bi parêzin’ 2018-06-19 09:58:12   EDENE - Namzeta parlamenteriyê Hatîce Kavran diyar kir ku AKP ya ku bi ‘xwişkên min yên sergirtî’ dest bi siyasetê kir piştî karê wan qedya jin avêtin aliyekî û mexdur kirin û wiha got: “Em ê di 24’ê hezîranê de sindoqan ji AKP ya bi diziya xwe tê zanîn biparêzin. Em desturê nedin hîleyên sindoqan.”   Ji hilbijartina 24’ê hezîranê re demek kurt ma û namzetên jin yên HDP’ê bê navber dixebitin û stratejiya hilbijartinê ji hilbijêran re vedibêjin. Namzeta HDP’ê ya rêza 6’emîn a Edenê Hatîce Kavran di heman demê de endama meclîsa Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) ye. Hatîceyê daxuyakirin ku ew desturê nadin îstîsmarkarên olî û bang li hemû gelan kir ku roja hilbijartinê xwedî li sindoqan derkevin.   Hatîceyê diyar kir ku AKP’ê bi gotinên ‘xwişkên min yên sergirtî’ dest bi siyasetê kiriye û AKP bi siyaseta serî girtinê hewl daye xwe heyî bike û wiha pê de çû: “Gelo aqûbeta wan jinan niha çi ye? Ew jin li ku ne? AKP’ê bi vê siyasetê jin mexdur kir. Li şûna mafên wan biparêze ew xistin girtîgehê.”   ‘Ma tu xwe Xweda dibînî?’   Hatîceyê balkişand ser banga Tayyîp Erdogan a ji bo namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ya wekê darvebikin û bi vê ayeta Kuranê bersiv da: “Canê ku Xweda daye ji bilî Xweda kes nikare bigire. Kî bigire wek hemû mirov kuştibe tê dîtin.” Hatîceyê pirsa ‘Tayyîp Erdogan tu xwe Xweda dibînî?Tu kesên serî natewînî çawa dikujî.”   ‘Em sindoqan ji HDP’ê biparêzin’   Hatîceyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku HDP partiya mazluman e û got ji bo di 24’ê Hezîranê de bibin dengê mazluman divê dengên xwe jî bo HDP’ê bi kar bînin û got divê sindoq ji AKP'ya bi diziyê tê nasîn bên parastin.