Akadimiya Şehîd Şîlan Kobanê hat vekirin 2018-06-18 13:03:21   KOBANÊ- Rêxistina Kongireya Star li Kantona Kobanê Akedimiyek perwerdê bi navê Şehîd Şîlan kobanê vekir.   Rêxistina Kongireya Star bi piştgiriya saziyên Jin ên Birîtaniyayê Akedimiyek perwerdê bi navê Şehîd Şîlan di nava daristana Kobanê de vekir. Vekirina Akadimiyê ji aliyê dayka Şehîd Şîlan kobanê Fatima Silêman ve hat vekirin.    Li akademiya ku hat vekirin dewreyên berê hatibûndestpêkirin jî wê perwerdeya xwe berdewam bikin û wê 4` rojan dirêj bikin. Her wiha waneyên Birdozî, Siyasî, pişeyî  û Jineolojî wê li akademîyê bên dayin.   Di merasîma vekirina akademiyê de  rêveberiya Akadimiyê Arjîn Firat axivî û vekirina Akadimiyê li hemû jinan pîroz kir. Arjînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:" Bi fikir û felsefeya netewa demokratîk  akadimiyeke wiha hat vekirin.  Her wiha ez sipasiya jinên Birêtaniyayê dikim ku bi jin û saziyên Kobanê re bûn alîkar.``   Li ser navê Rêxistina jinan Carla Cenilonî ku ji BirItaniya kêfxweşiya xwe anî ziman jî wiha got: " Pirojeya vekirina Akadimiyê beriya sê salan bi destê me sê  jinên Biritanî dest pê kir. Em hersê jin me sînor derbas kir û em derbasî Kobanê bûn ji bo ku Akadimiyeke wiha ava bikin."   Merasîm bi xwerina Şirînahiyê bi  dawî bû.